Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 86 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 86 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 86 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 18 kes li Hesekê, 30 kes li Qamişlo, 14 kes li Dêrikê, 4 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Til Temir, 11 kes li Reqayê, 7 kes li Dêrezorê, 1 kes li Şehbayê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 9383 kesan, ji wan 1280 kes baş bûne û 364 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.