YE: Em çavdêriya Tirkiyê dikin
Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel ragihand; divê Tirkiye pabendî reftarên hevsengiyê bibe.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel ragihand; divê Tirkiye pabendî reftarên hevsengiyê bibe û geşbîniya xwe jî li ser başbûna pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê nîşan da.
Charles Michel duh di beşdariya civîna lûtkeya Ewropayê de diyar kir: “Em hêvî dikin ku pêwendiyên me ligeş Tirkiyê baştir bibin û di heman demê de girîng e ku Tirkiye pabend be bi reftarên erênî û hevsengiyê.
Michel li ser wê yekê hişyar da ku Yekîtiya Ewropayê bi cidî ligel Tirkiyê tevdigere.
Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel amaje bi wê yekê jî kir ku pêwendî di navbera Bruksel û Enqerê de hene da ku di meha bê de serdana Tirkiyê bike.