Hevpeymaniya Navdewletî ji bo bidawîanîna DAIŞê dicive
Wezîrên derve yên welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê, civînekê pêk tînin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên derve yên welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê, civînekê pêk tînin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Wezîrê Derve Antony Blinken ligel Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê û Wezîrê Derve yê Belçîkayê dê serperiştiya civîna berfireh a wezîrên derve yên welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bikin.
Civîn dê di 30ê Adarê de bi rêya vîdyo-konferans birêve biçe. Armanca civînê ew e ku hewlên berdewam ên helmeta li dijî DAIŞê ya bi mebesta jinavbirina yekcarî ya vê rêxistinê, binirxînin.
Ev di demekê de ye ku îro Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Di meha Adarê de, hevbeşên me li Iraq û Sûriyê, 50 operasyonên li dijî DAIŞê encam dane.”
Wayne Marotto herwiha eşkere kiriye: “Operasyonan rêgirî li encamdana 62 kiryarên terorîstî kiriye.”
تاوەکو ئێستا لە مانگی مارس، هاوبەشەکانمان لە عێراق وسوریا، 50 ئۆپەراسیۆنیان لە دژی داعش ئەنجامداوە کە ڕێگریکردووە لە ئەنجامدانی 62 کردەوەی تیرۆرستی لەلایەن تیرۆستانەوە. هاوکارمان بە بۆ لەناوبردنی داعش و زانیاری دەربارەیان بنێرە بۆ435 لە عێراق، و+9647512451273 لە سوریا. pic.twitter.com/rmH0qJjpME
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) March 26, 2021