Li Rojavayê Kurdistanê 109 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 109 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 109 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 109 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 21 kes li Hesekê, 39 kes li Qamişlo,13 kes li Dêrikê, 3 kes li Dirbêsiyê, 11 kes li Tebqayê, 5 kes li Reqayê, 7 kes li Kobanî, 4 kes li Minbicê û 6 kes jî li Şehbayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 9492 kesan, ji wan 1290 kes baş bûne û 366 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.