Serbazên Rûsya û Tirkiyê li Hesekê gereke çavdêriyê encam dan

Fermandarê Yekîneya Gerên Çavdêriyê yê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Andrey Titov ragihand; serbazên Rûsya û Tirkiyê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê gereke çavdêriyêya hevbeş pêk anîne.

Hêzeke serbazî li Rojavayê Kurdistanê
Hêzeke serbazî li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Yekîneya Gerên Çavdêriyê yê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Andrey Titov ragihand; serbazên Rûsya û Tirkiyê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê gereke çavdêriyê ya hevbeş pêk anîne.

Li gor medyaya Rûsyayê, Andrey Titov ji rojnamevanan re axiviye û diyar kiriye; 114emîn gera çavdêriyê ji aliyê serbazên Rûsya û Tirkiyê ve hatiye pêkanîn û ev ger bêyî pirsgirêk bi dawî bûye.

Titov eşkere kiriye ku di gera çavdêriyê de ji devera Şeyrek dest pê kirine û serbazên her du welatan li nêzîkî devera Jarih El Feyqanî hatine ba hev û 95 kîlometre geriyane û gera çavdêriyê 4 demjimêr ajotiye.

Herwiha eşkere kiriye ku di gerê de çavdêriya "deverên ku li gor rêkeftinê divê hêzên Kurd lê nebin" kirine.

Andrey Titov diyar kiriye ku di gera çavdêriyê de helîkopterên hêzên esmanî yên Rûsyayê jî yawerî kirine.