Li Herêma Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 417 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 417 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 79 kes li Hewlêrê, 322 kes li Duhokê, 6 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.
Diyar kir jî, 3 kesan li Hewlêrê û 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Herwiha û 307 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 118554 kes.
Mirin: 3632 kes.
Başbûn: 108185 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.