Li Rojavayê Kurdistanê 78 kes bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 78 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 78 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 78 kes bi koronayê ketine ku ji wan 19 kes li Hesekê, 34 kes li Qamişlo, 11 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Rimêlanê, 2 kes li Til Temirê, 6 kes li Dêrazorê û 3 kes jî li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir jî, di 24 demjimêrên borî de, kesek ji nexweşiya Koronayê baş bûye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 9570 kesî, ji wan 1291 kes baş bûne û 366 kesan jî canê xwe ji dest dane.