Hedad: Pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê ne astengî ye
Biryar e siba deng li ser projeyasaya budceya giştî ya Iraqê li Parlemantoya Iraqê were dayîn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê radigihîne, pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê, li pêş pesendkirina wê li Parlamentoya Iraqê ne astengî ye.
Cîgirê Serokê Parlamantoya Iraqê Beşîr Hedad serperiştiya civîneke hevbeş a Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û hejmarek ji wezîrê Hikûmeta Federalî kiribû.
Piştî civînê Nivîsgeha Beşîr Hedad ragihand, armanc ji civînê ew e, bendên projeyasaya budceye federalî ya sala 2021an bi hûrgilî were gengeşekirin.
Di wê derbarê de jî, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji bo pesendkirina budceya Iraqê, pişkê Herêma Kurdistanê ne astengî ye.
Herwiha hêvî xwast, siba deng li ser projeyasaya budceya giştî ya Iraqê li Parlemantoya Iraqê were dayîn û bê pesendkirin.
Berî çend rojan derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê ya sala 2021an de, şanda Hikûmeta Kurdistanê û aliyê Şîe li ser rêkeftinekê îmze kiribû, û biryar bû roja 20ê Adarê Parlementoya Iraqê bo pesendkirina projebudceyê biciviya, lê nakokî derketibûn û civîn hatibû paşxistin.
Di wê derbarê de, Beşîr Hedad got: “Li Parlamentoyê, deng tenê li ser deqa ku rêkeftin li ser hatiye kirin tê dayîn.”