Tîmeke Bijîşkên Başûrê Kurdistanê neştergeriyên dil li Qamişlo dikin
Hikûmeta Herêma Kurdistamê ji çend rojan ve tîmeke bijîşkî şandiye Rojavayê Kurdistanê û neştergeriyên dil ên dijwar dikin.
Qamişlo (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistamê ji çend rojan ve tîmeke bijîşkî şandiye Rojavayê Kurdistanê û neştergeriyên dil ên dijwar dikin. Diktorekî wî tîmê dibêje, heta niha wan gelek neştergeriyên serkeftî çêkirine.
Ji bo cara duyemîn tîmeke bijîşkî ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û neştergeriyên dil ên dijwar “sîngê vekirî” çêdikin. Ew tîm, ji 8 bijîşkan pêk tê û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye şandin.
Diktor Selam Hesen ku endamekî wê şandê ye ji K24ê re got: “Tîma me ji 8 bijîşkan pêk tê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê em şandine, ji bo alîkariyê bi birayên xwe yên Rojavayê re bikin û neştergeriyên sîngê vekirî li Nexweşxaneya Dil û Çav çêbikin. Em 9 roj in li vir in û heta niha me 9 neştergeriyên serkeftî encam dane, rewşên wan ên tendirustî baş in, hin ji nexweşên me neştergerî ji wan re kirine vegeriyane malên xwe û hin jî di bin çavdêriyê de ne û dê di rojên bê de biçin malên xwe.”
Nexweşê dil Mehmûd Mihemed ji K24ê re got: “6 meh in ez nexweş ketime, min hin çareseriyên bijîşkî wergirtin, lê ne serkeftî bûn. Diktoran got ku pêwîstiya min bi neştergeriya sîngêvekirî heye, lê rewşa min a aborî ne rê nade ez biçim Şamê û wê neştergeriyê bikim. Spasiya diktoran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ev alîkarî bi me re kirine.”
Encamdana neştergeriya sîngê vekirî li Şamê gelekî giran e û piraniya nexweşan nikarin wê bikin. Bi encamdana van neştergeriyan li Rojavayê Kurdistanê, welatî ji barekî giran xilas dibin. Rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çav jî vê gava Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne û dibêjin ku ev yek rêyên alîkariyê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de vedikin.