Şanda Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê
Bi armanca berdewamîkirina guftûgoyan ji bo gihîştina bi rêkeftinekê li ser pirsên darayî yên Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federalî gihîşt Bexdayê, bi armanca gihîştina bi rêkeftinekê li ser pirsên darayî bi giştî û pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê.
Semîr Hewramî, Sekreterê Rojnamevanî ya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî ji K24ê re ragihand, îşev Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federalî bi serokatiya Qubad Talebanî gihîşt Bexdayê.
Ev çendîn car e Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federalî ji bo rêkeftina li ser pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê û li ser pirsên darayî serdana Bexdayê dike û ji bo çareserkirina wan pirsan, heta niha çendîn civîn û hevdîtin ligel Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, Komîteya Darayî, Hikûmet û aliyên siyasî yên Iraqî kirine.
Biryar e sibe Parlamentoya Iraqê dengdanê li projebudceya giştî ya Iraqê ji bo sala 2021an bike, di demekê de ku hin aliyên Şîe li ser derbaskrina vê projeyasayê nakok in û li dijî bicihkirina pişkê Herêma Kurdistanê di vê projeyasayê de ne.