Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 95 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û diyar kir, 109 kes bi Koronayê ketine, ji wan 15 kes li Hesekê, 40 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Çilaxa, 8 kes li Tebqayê, 9 kes li Reqayê, 4 kes li Kobanî û 5 kes jî li Şehbayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Li hemberê jî 2 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 9665 kesan, ji wan 1293 kes baş bûne û 369 kesan jî canê xwe ji dest dane.