“Hebûna PKKê li Şingalê rê dide welatên herêmê destêwerdanê bikin”

Çavdêr dibêjin: Heger PKK ji Şingalê dernekeve, rê ji bo hatina artêşa Tirkiyê xweş dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hişyarî ji derneketina hêz û mîlîşyayan ji Şingalê tê dayîn. Çavdêr û Komîteya Navçeyên Kurdistanî ya Parlamentoya Kurdistanê dibêjin: Heger PKK ji Şingalê dernekeve, rê ji bo hatina artêşa Tirkiyê xweş dike.

Derneketina hêz û mîlîşyayan ji Şingalê, rewşa wê qezayê aloztir kiriye, bi awayekî ku rê pêş Tirkiye vedike ku êrîş ser Şingalê bike û rewşa wê wek ya navçeyên din ên sînorî têk diçe, zerermendên yekem jî ji vê yekê, welatî ne. Tirkiye li bendê ye Hikûmeta Iraqê PKKê ji Şingalê derbixe û ji Şanda Herêma Kurdistanê re hat gotin ku derxistina PKKê ji Şingalê, ji erkê Hikûmeta Iraqê ye.

Endamê Komîteya Navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê Mem Iskender ji K24ê re got: “Hikûmeta Iraqê di kombûnekê de ligel şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de got, ew pabend in ku vê mijarê çareser bikin û divê ew çareser bikin, ji bo xwişk û birayên Şingalê vegerin ser cih û warên xwe û ji bo Şingal were avdenkirin. Ji aliyekî din ve jî, hebûna grûpên çekdar ên nerewa li Şingalê, bihaneyekê dide dest dewletên derdora me ku destêwedanên nerewa bikin.”

Li gor rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, divê PKK di vê mehê de ji Şingalê derkeve, lê PKK bihaneyên curbicur digire û dibêje: “Ji Şingalê dernakevin”. Derneketina PKKê ji Şingalê jî, rê li pêş Tirkiyê vedike, ta ku êrîşî ser wê herêmê bike. Mîlîşyayên Heşda Şeibî jî ji bilî ku rêgiriyê li bicihkirina wê rêkeftinê bikin, hevkariya PKKê jî dike.

Di dawiya sala borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser asayîkirina rewşa Şingalê rêkeftin, lê heta niha ew rêkeftin wek xwe nehatiye bicihkirin û rewşa Şingalê xirap û ne aram e. Hemû pêşbînî jî bi wê aliyê ve diçin ku şer li Şingalê rû bide, ji berk u PKK ji bo li Şingalê bimîne, astengiyan derdixe, li hemberê jî Hikûmeta Iraqê jî hewl dide, PKKê ji Şingalê dûr bixe. PKK jî aşkere kiriye ku ew venakişe û dê rûbirûyî artêşa Iraqê bibe. Ji ber wê jî, egera derketina şerekî di navbera artêşa Iraqê û PKKê de, metirsiyê li ser jiyana xelkê Şingalê dirust dike.