“Hebûna PKKê li ser xaka Herêma Kurdistanê nerewa ye”
Endamekî Serkirdatiya PDKê: PKK welatiyan digire, aşkence dide û wan neçar dike ku li gor daxwaza PKKê biaxivin.”
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê dibêje: Hebûna PKKê li nava xaka Herêma Kurdistanê ne rewa ye, ji ber wê her karekî wê jî nerewa ye, bi taybet ku di dema dawiyê de welatiyan digire û aşkence dide û wan neçar dike ku di hin mijaran de li gor daxwaza PKKê biaxivin.”
Di demekê de ku PKK li ser xaka Herêma Kurdistanê û bi taybet li Şingal û navçeyên sînorî çalakiyên xwe dike, hejmarek ji welatiyên wan navîçeyan digire û eşkence dide û di bin zor û gefê de wan neçar dike li gor berjewendiyên PKKê biaxivin. Endamê Serkirdatiya PDKê Bilind Îsmaîl di wê derbarê de diyar dike, PKK karekî nerewa dike, dema welatiyan desteser dike û eşkence dide wan û neçar dike ku danpêdanên sexte bidin.
Endamê Serkirdatiya PDKê Bilind Îsmaîl ji K24ê re got: “PKK dema welatiyan bigire û di bin aşkenceyê de danpêdanan belav bike nerewa ye. Ji PKK dipirsin sîxûrî li ser çi li PKKê hatiye kirin. PKK kesek li Diyabekir negirtiye ta ku bibêje sîxûrî lê hatiye kirin. PKK bi çi mafî welatiyan li vir digire. PKK li vir sîxûriyê ji hemû welatên herêmê re dike. PKK li vir li dijî yasaya û rêsayên Herêma Kurdistanê ye. PKK rê nade welatî li gundê xwe debara jiyana xwe bikin. PKK pirsgirêkeke gelekî mezin e û di dîroka tevgera rizgarîxwaza kurd de, ti partiyekê wek PKKê pirsgirêk li perçeyên din ên Kurdistanê dirust nekiriye.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê çendîn car e daxwaz ji PKKê kirine ku biçe xaka xwe Bakurê Kurdistanê ya ku heta niha nekariya bostekê jê rizgar bike, ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmeke azadkirî ye û pêwîstiya wê bi xebata PKKê nîne.