Wezîrê Tendirustiyê: Em di rewşeke metirsîdar de ne

Sibe jî Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdisanê ragihand, hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe û di rewşeke metirsîdar de ne. Sibe jî Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dicive.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand, “Rêjeya pêketina bi Koronayê zêde bûye û di rewşeke metirsîdar de ne. Divê rêkarên tendirustiyên bêne tundkirin û divê rêketên nû ji yên berê cudatir bin.”

Dr. Saman Berzincî diyar kir, “Sibe Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dicive û em rasperde û pêşniyazên xwe tê de pêşkêş dikin û hêvî dikin ku rêkar bêne tundkirin.”

Derbarê qedexeya çûnûhatinê de, Wezîrê Tendirustiyê got: “Destpêkê em ê rêkaran tund bikin. Berî em bigihin qedexeya çûnûhatinê, rêkarên din hene. Em naxwazin tundkirina rêkaran bandorê li ser jiyana xelkê bike. Di hemen demê de hêvîdar in welatî jî pabend bicihkirina rêkaran bin û piştevan bin. Di her rewşekê de jî, biryarên pêwîst didin.”

Ev di demekê de ye, îro hilmeteke din a lêdana vaksînê li Hewlêrê destpê kir. Di wê derbarê de jî Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re got: “Niha 15 hezar û 800 derziyên vaksînê li ber destê me ye û li ser 46 navendên tendirustiyê hatiye belavkirin. Destpêkê bijîşk û karmendên tendirustiyê vaksînê werdigirin.”

Dr. Dilovan Mihemed tekez kir, “Rewş gelekî metirsîdar e û niha hejmara pêketiyan gelek zêde dibe û beşên çavdêriya hûrbînî yên nexweşxaneyan hatine dagirtin.”

Fly Erbil Advertisment