Mesrûr Barzanî: Rêjeya pêketina bi Korona bilind dibe.. Divê parêzgehên Herêmê bi berpirsatiya xwe rabin
Rêjeya pêketina bi Korona bilind dibe.. Divê parêzgehên Herêmê bi berpirsatiya xwe rabin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, rêjiya pêketina bi vîrûsa Koronayê cihê nîgeraniyê û daxwaz ji her çar parêzgehên Herêmê kir, berpirsatiyên xwe yên li hember xelkê cibicî bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di zincîreyek tîwt de nivîsî: “Bilindbûna bilez a rêjeya pêketiyên vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê cihê nîgeraniyê ye. Di vê dema hestiyar de daxwaz ji her çar parêzgehên Herêmê dikim ku berpirsatiya li ser milê xwe ya li hember xelkê bizanin û tevaniya rêkarên nû cibicî bikin.”
Serokwezîr Mezrûr Barzanî di twîteke din de jî got: “Niha ne dema siyastê ye, karta me ya tendirustiyê duber li pêş taqîkirinê de ye, metirsiya mirinê li ser jiyana welatiyên me zêde bûye, ew pêşveçûnên dawî yên me di rûbirûbûna vîrûsê de bi dest xistin, niha di metirsiyê de ne.”
Herwiha di tîwteke din jî nivîsî: “Berpirsatiya hevbeş a Kurdistaniyan heye li hember xwe û malbatên xwe. Daxwaz ji we dikim li cihên giştî mask bibestin, destên xwe bişon û xwe ji qerebalixî û kombûnan dûr bixin.”
بهرزبوونهوهی خێرای ڕێژهی تووشبوون به ڤایرۆسی كۆڕۆنا لە هەرێمی کوردستان مایەی نیگەرانییە، لەم ساتە ههستیارهدا داوا لە هەر چوار پارێزگارەکەی ھەرێم دەکەم کە بەرپرسیارێتیی سەرشانیان بهرامبهر به خهڵك بزانن و تەواوی ڕێكاره نوێیهكان جێبهجێ بكهن.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) March 29, 2021
ئێستا کاتی سیاسەت کردن نییە، کەرتی تەندروستیمان دووبارە لە بەردەم تاقی کردنەوەدایە، مەترسی مردن لهسهر ژیانی هاووڵاتییانمان زیادی كردووه، ئەو پێشکەوتنانهی ئهم دواییه لە بهرەنگاربوونەوەی ڤایرۆسەکە بەدەستمانھێنا، ئێستا لە مەترسیدایە.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) March 29, 2021