Li Herêma Kurdistanê 839 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 839 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Karmendên tendirustiyê
Karmendên tendirustiyê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 839 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 839 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 217 kes li Hewlêrê, 223 kes li Silêmaniyê, 361 kes li Duhokê, 33 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 2 jî li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de  352 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 68 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 187 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 13 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 120319

Mirin: 3653

Başbûn: 108835

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.