Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 101 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 101 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 101 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 21 kes li Hesekê, 44 kes li Qamişlo,14 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê, 9 kes li Reqayê, 5 kes li Girkê Legê, 3 kes li Amûdê û 3 kes jî li Şehbayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 9766 kesan, ji wan 1300 kes baş bûne û 372 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.