Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêmê cenazeyên 4 koçberên Rojavayê Kurdistanê tên vegerandin

4 koçberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Kroatyayê di bûyereke trafîkê canê xwe ji dest dabûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Cenazeyên 4 koçberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê yên li Kroatyayê di bûyereke trafîkê canê xwe ji dest dane, li ser rasperde û erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr ji wî welatî bû Rojavayê Kurdistanê tên vegerandin.

Roja 22ê Adarê li Kroatyayê kamyonek ku koçberan xwe tê de veşartibûn ji rê derketibû û qulibî bûbû û di bûyerê de 4 koçberên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dabûn û 24 jî birîndar bûbûn.

Di wê derbarê de, Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Mixabin di encama bûyereke trafîkê de li Kroatyayê çar penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û hin penaberên din jî birîndar bûn. Tevî serxweşiya me ji malbatên wan re û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re, li ser rasperde û erkê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê cenazeyên her çar penaberan bo Herêma Kurdistanê dê bêne vegerandin û piştre jî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve werin rêkirin û li axa xwe werin veşartin.”