Li Tirkiyê 66 efser û serbaz hatine binçavkirin

Bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen biryara binçavkirina 115 efser û serbazên Artêşa Tirkiyeyê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen biryara binçavkirina 115 efser û serbazên Artêşa Tirkiyeyê hate dayîn. Li 25 bajaran operasyonên binçavkirinê destpê kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi tometa endamtiya Cemaeta Gulan di nav Artêşa Tirkiyeyê de, derbarî 115 efsar û serbazan de biryara binçavkirinê da.

Bi fermana serdozgeriyê li 25 bajarên Tirkiyeyê operasyon hatin kirin. Di encamê de 66 efser û serbaz hatine binçavkirin. Operasyonên binçavkirinê didomin.

Cemaeta Gulen, bi hewla derbeya serbazî ya 15 Tîrmeha 2016 tê tometbarkirin û wek rêxistina terorê tê binavkirin. Heta niha zedetirî 500 hezar kes bi tometa endamtiya vê cemaetê hatin binçavkirin û dehezaran kes hatin zîndankirin.