Zanyariyên nû derbarê êrîşa şeva borî li ser Pêşmerge aşkere bûn

Cihê ku jê ve mûşek hatine avêtin, di bin kontrola hêzên Iraqî de û kîlometreyekê dûr e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê li Pirdê rastî êrîşeke bi mûşekan hat. Berpirsê Mihwerê Pirdê yê Pêşmerge dibêje, ew bi 10 mûşekan hatin armanckirin, lê ti ziyanên canî nebûn.

Berpirsê Mihwerê Pirdê yê Pêşmerge Nûrî Heme Elî ji K24ê re ragihand, zêdetir ji 10 mûşekan li derdora wan ketin, lê ti ziyanên canî nebûn.

Wî fermandarê Pêşmerge zanyarî li ser wan mûşekan da û diyar kir, hin mûşek dirêjahiya wan 3 metro bûn û hin mûşek jî neteqiyan.

Herwiha got, ev cara duyem e êrîş li wan tê kirin, cara pêşî bi mûşekên Katyusha bû, lê vê carê mûşek ji cureyeke din in.

Nûrî Heme Elî tekez kir, cihê ku jê ve mûşek hatine avêtin, di bin kontrola hêzên Iraqî de û kîlometreyekê dûrî wan e, divê ew bizanibin kê êrîş kiriye û ku dest bi lêpirsînê dikin û Wezareta Pêşmerge jî bi encaman agahdar bikin.

Her wiha destnîşan kir, wan wek Mihwerê Pirdê yê hêza Pêşmerge perçeyên mûşekan rakirine, ji bo lêkolînan bikin.

Tekez kir jî, ev karê han bi ti awayî xizmeta rewşa heyî nake û armanca tawanbaran ew e ku hemû hewlên pêkvejiyanê û asayîkirina rewşa deverê bi taybetî kerkûkê têk bidin.