Ewlehiya Iraqê: Grûpeke deryasayî mûşek avêtine Herêma Kurdistanê
Artêşa Iraqê 6 dikên hesinî dîtin ku grûpeke deryasayî ji ser wê ve mûşek avêtine Herêma Kurdistanê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, hêzên artêşa Iraqê 6 dikên hesinî dîtin ku grûpeke deryasayî ji ser wê ve mûşek avêtine Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hatiye, ew 6 dikên hesinî li nêzîkî çiyayê Ekaşe li bakurê Kerkûkê hatine dîtin û mûşekên ji cureya “Girad” ji ser wan ve ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin.
Şaneya Ragihandinê da zanîn, dezgehên ewlekariyê dest bi lêkolînê kirine, ji bo tawanbarên wê êrîşê bigirin û bidin dadgehê.
Tekez kir jî, Odeya Operasyonên Hevbeş ya Kerkûkê di lêkolînên xwe de berdewam dibe û di demên pêş de zanyariyan didin.