Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 132 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand, 132 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 21 kes li Hesekê, 46 kes li Qamişlo, 12 kes li Dêrikê, 3 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Çilaxa, 7 kes li Kobaniyê, 12 kes li Reqayê, 9 kes li Tebqayê, 13 kes li Dêrazorê û 5 kes li Minbicê ne.

Diyar kir jî, 3 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 9898 kesan, ji wan 1303 kes baş bûne û 375 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.