Li Herêma Kurdistanê rojeke din jî li ser betlaneya hefteyê tê zêdekirin

Wezîrê Tendirustiyê yê Hêrêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand: “Rojên pêncşemê, weke rojên în û şemiyê, li saziyên hikûmetê, dê bibin roja betlaneyê.”

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Hêrêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand: “Rojên pêncşemê, weke rojên în û şemiyê, li saziyên hikûmetê, dê bibin roja betlaneyê.”

Dr. Saman Berzincî piştî civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê axivî û diyar kir ku weke rêkarên nû yên li dijî Koronayê, rojên pêncşem, în û şemiyê, dê rê neyê dayîn ku welatiyên parêzgehên din ên Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Berzincî eşkere kir ku piştî ceribandinan, perwerdehî dê bibe online.

Wezîrê Tendirustiyê destnîşan kir: “Kafeterya û restoran û holên werzişê, ji demjimêr 21:00 heta 06:00ê dê girtî bimînin. Hemû civîn û çalakî û taziye, qedexe ne.”

Dr. Saman Berzincî eşkere kir ku biryar dê ji îro ve were cîbicîkirin.

 

Fly Erbil Advertisment