Li Herêma Kurdistanê 860 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 860 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 860 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 860 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 230 kes li Hewlêrê, 193 kes li Silêmaniyê, 403 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 28 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 399 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 91 kes li Hewlêrê, 78 kes li Silêmaniyê, 210 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 15 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 121179
Mirin: 3660
Başbûn: 109234
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.