NY: Neh rêxistinên mirovî karên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê rawestandin

Neteweyên Yekbûyî ragihand; 9 rêxistinên mirovî ji ber hişkbûna çavkaniyên wan ên darayî, karên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê sekinandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekbûyî ragihand; 9 rêxistinên mirovî ji ber hişkbûna çavkaniyên wan ên darayî, karên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê sekinandin.

Hemahengkarê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Mirovî Mark Lukok diyar kir ku ji ber kêmbûna piştevaniyên darayî li wan rêxistinan, neh rêxistinên mirovî li bakurê rojhilatê Sûriyê karên xwe rawestandin.

Herwiha destnîşan kiriye ku sê beşên nişteciyên Rojavayê Kurdistanê, pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye.