Hevpeymaniya Navdewletî daxwaza zêdekirina hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê dike

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand; Amerîka ji sala 2015an ve di çarçoveya rûbirûbûna terorê de 850 milyon dolar hevkariya hêzên Pêşmerge kiriye.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand; Amerîka ji sala 2015an ve di çarçoveya rûbirûbûna terorê de 850 milyon dolar hevkariya hêzên Pêşmerge kiriye û dê hevkarîkirinê jî bidomîne.

Wayne Marotto ji K24ê re ragihand: “Pêşveçûneke baş di dirustkirina hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de pêk hatiye. Em dixwazin ti cihek nemîne ku DAIŞ hatûçûnê bike û weke derfet bi kar bîne, pêşveçûneke baş li ser vê mijarê pêk hatiye.”

Marotto diyar kir: “Bi rêya navendên hemahengiya hevbeş, em bi hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî dixebitin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kir: “Di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de ji sala 2014an heta niha, nêzîkî 5 milyar dolar, me alîkariya Iraqê kiriye. Di sala 2020an de hikûmeta Amerîkayê 527 milyon dolar alîkariya Pêşmerge kiriye, ku jê 127 milyon dolar weke piştevaniya darayî ji bo jinavbirina terorê daye. Ji sala 2015an heta niha Amerîka 850 milyon dolar di çarçoveya wê yekê de ku dibêjin piştevaniya darayî ji bo têkoşîn û jinavbirina terorê, daye hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.”

Wayne Marotto tekez kir: “Em ê vê alîkariya ji bo Pêşmerge bidomînin, herwiha em ê di mijara pirçekkirina hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û alîkarîkirina wan ji bo têkbirina DAIŞê de berdewam bibin, weke ku we jî dît; di çend rojên borî de me li derdora Mexmûrê ji bo jinavbirina veşargeh û paşmayiyên DAIŞê, operasyon encam dan.”