Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Nexweşxaneya Gel a Dêrikê
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 161 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand, 161 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 34 kes li Hesekê, 79 kes li Qamişlo, 23 kes li Dêrikê, 3 kes li Dirbêsiyê, 20 kes li Reqayê û 2 kes li Tebqayê ne.

Diyar kir jî, 4 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 10059 kesan, ji wan 1307 kes baş bûne û 378 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.