Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Di 24 demjimêrên borî de jî 981 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 981 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 981 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 218 kes li Hewlêrê, 264 kes li Silêmaniyê, 449 kes li Duhokê, 30 kes li Germiyanê û 20 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 428 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 122160
Mirin: 3670
Başbûn: 109662
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.