Li Urmiyê di rojekê de 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û nêzîkî 650 kes jî pê ketin.

Di rojekê de 8 kesan li Urmiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Di rojekê de 8 kesan li Urmiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û nêzîkî 650 kes jî pê ketin.

Rêveberiya Tenduristiya Urmiyê ragihand; duh li parêzgeha Urmiyê 647 kes bi Koronayê ketin û 8 kes jî bi Koronayê mirin.

Li gorî amarên han, rewşa 30 nexweşên din jî xirab e.

Bi vî awayî, hejmara kesên ku heta niha li Urmiyê bi Koronayê ketine, gihîşt 123 hezar û 279 kesan ku beşek mezin ji wan baş bûne û beşek jî mirine.

Hejmara kesên ku heta niha li Urmiyê bi Koronayê mirine jî gihîşt 3 hezar û 769 kesan.