Li Rojavayê Kurdistanê 120 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 120 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 120 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 120 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 32 kes li Hesekê, 32 kes li Qamişlo,7 kes li Dêrikê, 3 kes li Dirbêsiyê, 12 kes li Reqayê, 14 kes lı Tebqayê, 3 kes li Rimêlan, 2 kes li Cil Axa, 1 kes li Kobanî, 4 kes li Minbicê, 10 kes li Dêrezorê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 10179 kesan, ji wan 1318 kes baş bûne û 382 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.