Mesrûr Barzanî sersaxî li Rêveberê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya birayê Rêveberê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê Îsmet Erguşî, sersaxî da wî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya birayê Rêveberê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê Îsmet Erguşî, sersaxî da wî.

Roja pêncşemê 1ê Nîsana 2021ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ji ber koça dawî ya birayê Rêveberê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê Îsmet Erguşî, Kemal Erguşî xemgîniya xwe anî ziman.

Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji Îsmet Erguşî re ragihand û hêvî xwest, Xwedayê mezin merhûm bi bihişta xwe şad bike aramî û sebirê bide hemû dost, nas û hemû endamên malbatê.

Herwiha Îsmet Erguşî jî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo derbirîna hevxwemî û serweşiyê.