"Amerîka piştevaniya pêwendiyên baş ên navbera Hewlêr û Bexdayê dike"

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand; Amerîka piştevaniya pêwendiyeke baş a navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand; Amerîka piştevaniya pêwendiyeke baş a navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de eşkere kir; pêwendiya bihêz a navbera Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya Amerîkayê de ye û di deman demê de jî di berjewendiya her du hikûmetan de ye.

Ned Price li ser gotûbêjên stratejîk ên di navbera Amerîka û Iraqê de destnîşan kir: “Hevbeşiya me ya stratejîk ligel hikûmeta Iraqê heye û bihêzkirina pêwendiyan di berjewendiya her du welatan de ye.”