Omer Faruk Gergerlîoglu hat binçavkirin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, li Enqerê hat binçavkirin.

Omer Faruk Gergerlîoglu
Omer Faruk Gergerlîoglu

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, li Enqerê hat binçavkirin.

Salih Gergerlîoglu, kurê Omer Faruk Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; hêzên ewlehiyê ji bo binçavkirina bavê wî çûne mala wan.

Salih Gergerlîoglu diyar kir: “Ji bo girtina bavê min hatin. Heman rezalet hat dubarekirin. Nehiştin bavê min pêlava xwe jî li xwe bike û ew derxistin.”

Kurê Omer Faruk Gergerlîoglu wêneyên pêlav û çenteya bavê xwe parve kirine û got: “Ev wêneya zordariyê ye.”

Fly Erbil Advertisment