Li Efrînê di mehekê de herî kêm 44 sivîl ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, meha borî herî kêm 44 sivîl ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.

Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, meha borî herî kêm 44 sivîl ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.

Navenda belgekirina binpêkariyan a li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye; di meha Adara îsal de herî kêm 44 welatiyên Kurd yên sivîl li Efrîn û bajarok û gundên wê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.

Li gorî raporta navendê, bi giştî ji destpêka sala 2021ê ve heta niha herî kêm 201 kesên sivîl li herêma Efrînê hatine revandin.

Navenda belgekirina binpêkariyan daye zanîn ku ji destpêka dagîrkirina Efrînê û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve heta niha, 7 hezar û 825 kes hatine revandin, hezar û 120 kes hatine îşkencekirin ku 145 kes ji wan hatine kuştin. Di teqîn û êrîşan de jî 2 hezar û 390 kes hatine kuştin.

Tevî revandin, kuştin û îşkencekirinê, dizî û talana mal û milkê kurdan jî ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve berdewam in.