Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 444 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 444 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 444 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 66 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 373 kes li Duhokê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de  347 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 88 kes li Hewlêrê, 64 kes li Silêmaniyê, 184 kes li Duhokê, 10 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 124132

Mirin: 3702

Başbûn: 110713

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.