Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Nexweşxaneya Gel a Dêrikê
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 73 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 73 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 24 kes li Hesekê, 32 kes li Qamişlo, 12 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê û 4 kes jî li Dêrazorê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane û kesek jî ji vê vîrusê baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 10404 kesan, ji wan 1327 kes baş bûne û 389 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.