Endamê yedek ê Polîtburoya PDKê Remzî Şaban koça dawiyê kir
Ji ber nexweşiya Koronayê îro li nexweşxaneyeke Enqerê canê xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê yedek ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Remzî Şaban ji ber nexweşiya Koronayê îro li nexweşxaneyeke Enqerê canê xwe ji dest da.
Endamê yedek ê Polîtburoya PDKê Remzî Şaban ku di heman demê de Berpirsê Nivîsgeha Darayî ya PDKê ye, piştî bi Koronayê ket ji bo nexweşxaneyeke Enqerê hatibû veguhastin, lê ji ber têkçûna rewşa wî ya tenduristî, îro koça dawiyê kir.