Peyama Serok Barzanî bi boneya cejna Qiyametê

Serok Barzanî: Hêvîdar im ev helkeft bibe sedema pêkhatina birayetî û tebayî û aramî û nemana yekcarekî ya hizra teror û tundiyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Qiyametê ya Hezretî Mesîh (silavên xwedê lê be) peyamek pîrozbahiyê arasteyî mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi helkefta hatina cejna Qiyametê ya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.”

Hêvîdar im ev helkeft bibe sedema pêkhatina birayetî û tebayî û aramî û nemana yekcarekî ya hizra teror û tundiyê. Her wiha dawî bi êşên xûşk û birayên Mesîhiyan û pêkhatên din ên Iraq û navçeyê da bê û hemû aliyek bi aştî û azadiyê de li gel hevdu bijîn.”

Cejna we pîroz be û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.”