Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê canjidestdana bi Koronayê zêde dibe.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, di 24 demjimêrêm borî de li Herêma 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî li bajarê Akrê di konferanseke rojnamevanî de derbarê zêdebûna hejmara pêketiyan de hişyar dan û diyar kir, di 24 demjimêrêm borî de li Herêma 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Saman Berzincî herwiha got, di 24 demjimêrêm borî de jî 1045 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomar kirin.
Got jî: "Ji vir ve, em ji welatiyên xwe re dibêjin, kesên ku nîşanên Koronayê li wan hene, bila testê bikin.”