Fazil Say bo CHPê: Hûn ji pirsa Kurd ditirsin!

Piyanîst û bestekar Fazil Say bo Partiya Komarî ya Gel (CHP) got: “Hûn ji pirsa Kurd a 40 salî ditirsin!”

Piyanîst û bestekarê Tirk Fazil Say
Piyanîst û bestekarê Tirk Fazil Say

Navenda Nûçeyan (K24) – Piyanîst û bestekarê Tirk, Fazil Say bo Partiya Komarî ya Gel (CHP) got: “Hûn ji pirsa Kurd a 40 salî ditirsin!”

Fazil Say li ser hesabê xwe yê Instagramê bi sernavê "Rexneyeke naçîzane bo CHPê" nivîsek parve kir.

Say di nivîsa xwe de diyar kir: “Her dema ku di Halk TVyê de nîqaşekê temaşe bikim, her dema ku li dikanekê ji dûr ve rastî manşeta rojnameya Sozcu werim, her dema ku endamekî CHPê li filan kanalê bibînim, tim heman tiştî hîs dikim; Tirs! Tirs, tirs… Tirs tiştekî xirab e. Tirs di xwe de dest pê dike. Û mixabin berevajî hezkirinê ye, kesê wêrek nebe, nikare hez bike. Kesê wêrek nebe, nikare bi ser bikeve. Hûn nikarin bi ser bikevin birayê min! Hûn ji serkeftinê jî ditirsin! Hûn ji desthilatê ditirsin. Hûn ji gihiştina nifşê nû, ji pirsa Kurd a 40 salî ditirsin.”

Fazil Say herwiha dibêje: “Hûn di serdema tirsê de ne. Û mixabin hûn vê yekê li ser me jî bandor dikin û me dihelînin.”