Li Rojavayê Kurdistanê 304 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 304 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 304 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 304 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 57 kes li Hesekê, 137 kes li Qamişlo, 59 kes li Dêrikê, 4 kes li Rimêlan, 1 kes li Girkê Leqê, 17 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Kobanî, 24 kes li Reqayê, 3 kes li Minbicê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 10813 kesan, ji wan 1334 kes baş bûne û 396 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.