Kerkûk.. Êrîşeke teroristî ya mezin hat pûçkirin

Êrîşeke terorî ya çekdarên DAIŞê li ser bajarê Kerkûkê hat pûçkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Oerasyonên Hevbeş ên Kerkûkê duhî danê êvarê di daxuyaniyekê de qedexeya çûnûhatinê di demjimêr 09:00 êvarê de tundtir kir û diyar kir ku bi sedema xweparêziya ji Koronayê ye, lê di rastiyê de, ew ji encama metirsiya hebûna êrîşeke teroristî li ser Kerkûkê bû.

Li gor zanyariyên ku di nivîseke nehênî ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê de hatine û ji dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê re hatiye şandin û çapek jê ketiye destê K24ê, tê de Fermandariya Operasyonên Hevbeş daxwaz ji hêzên ewlehiyê dike ku di rewşa amadebaşiyê de bin, ji ber ku DAIŞ bi niyaz e êrîşeke berfireh li ser Kerkûkê bike.

Li gor wê nivîsê, du armanên DAIŞê ji wê êrîşê hene, yek ji wan, girtîgeha Girtin û Veguhastinê (girtîgeha Tesfîrat) e.

Li gor zanyariyên K24ê, zêdetir ji hezar kes di wê girtîxanê de hene û beşeke mezin ji wan çekdarên DAIŞê ne û li gor madeya 4 a Terorê tê de girtî ne. Herwiha hejmarek ji jin û kesûkarên çekdarên DAIŞê jî tê de girtî ne.

Armanca duyem jî avahiya Dadgeha Kerkûkê. Li gor Fermandariya Operasyonên Hevbeş aşkere kiriye, 14 terorist bi riya barhilgirekê ku bilok hilgirtine derbasî kerkûkê bûne, destpêkê jî 2 çekdarên xwekuj êrîş dikin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş di nivîsa xwe ya nehênî de navê wan hemû teroristan diyar kiriye. Behsa wê yekê jî kiriye ku çekdaran cilên polîsan li xwe kirine û çekên sivik pê re hene da ku êrîşê pêk bînin.

Zanyariyên Îstîxbaratê behsa wê yekê dikin, beriya êrîşê çekdarên DAIŞê çend topên Hawanê davêjin navenda bajêr, da ku xelk bitirse û rewş tevlîhev bibe.

Dema êrîşê weke ku di nivîsa Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê de hatiye, îro demjimêr 2 ber destê sibê bû, lê ji ber hişyariyên pêşwext ên hêzên ewlekariyê, êrîş hate pûçkirin.

Herwiha hemû hêzên asayîşa Kerkûkê heta vê sibehê rewş şopandin, bi taybetî girtîgeha Tesfîrat û avahiya Dadgeha Kerkûkê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên mezin ve hatine dorpêçkirin.