Tendirustiya Hewlêrê medyakar û rojnamevanan agahdar dike
Ji bo vaksîna li dijî Koronayê werbigirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberatiya Giştî ya Tendirûstiya Hewlêrê diyar kir, ji ber karê wan û pêwendiya wan a bi xelk re, medyakar û rojnamevan dibin sedema veguhastina vîrûsa Koronayê, ji ber vê yekê jî wan agehdar dike ku li gor cihê wan ê cografî serdana binkeyên lêdana vaksînê bikin, da ku vaksîna li dijî Koronayê werbigirin.
Rêveberatiya Giştî ya Tendirûstiya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji ber ku peyamnêr û rojnamevan rojane di dama karê wan de, gelek pêwendiyê bi xelk re dikin û serdana gelek cihan dikin û dibin sedema veguhastina vîrûsa Koronayê ji kesekî bo kesekî din, ji ber vê yekê jî wan agehdar dikin ku li gor cihê wan ê cografî serdana binkeyên lêdana vaksînê yên li sînorê hewlêrê bikin, da ku li gor rênimayên Komîteya Zanistî vaksîna li dijî Koronayê werbigirin.”