Li Herêma Kurdistanê 12 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 856 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 856 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 121 kes li Hewlêrê, 208 kes li Silêmaniyê, 456 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce û 7 kes li Germiyanê ne.

Diyar kir jî, 12 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û 7 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 432 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 127047 kes.

Mirin: 3743 kes.

Başbûn: 111926 kes.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.