Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Îranê li Bexdayê ye

Jêderên ewlehiyê yên Iraqê îro sêşemê ji kanalên medyayê re ragihandine; Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê, gihişte Bexdayê.

Fermandarê Feyleqa Qudsê Îsmaîl Qaanî
Fermandarê Feyleqa Qudsê Îsmaîl Qaanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderên ewlehiyê yên Iraqê îro sêşemê ji kanalên medyayê re ragihandine; Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê, gihişte Bexdayê.

Jêderên ewlehiyê diyar kirine ku Fermandarê Feyleqa Qudsê Îsmaîl Qaanî ji duh ve gihiştiye paytexta Iraqê bajarê Bexdayê.

Li ser sedema serdanê hatiye eşkerekirin ku Îsmaîl Qaanî hejmarek civîn bi serkirdeyên komên çekdar ve encam dane, ji bo gotûbêjkirina li ser gera danûstandinên stratejîk ên çaverêkirî yên di navbera Iraq û Amerîkayê de, ku biryar e çarşema dahatû dê were encamdan.