SOHR: Çekdarên DAIŞê 8 polîs û 11 kesên sivîl revandin
Çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê, li devera Badiye ya li rojhilatê Hemayê, êrîşek encam da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê, li devera Badiye ya li rojhilatê Hemayê, êrîşek encam da.
Li gor ragihandina SOHRê, çekdarên DAIŞê di êrîşê de 8 polîs û 11 kesên sivîl revandin.
Herwiha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku hê jî 40 kes winda ne.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANA jî ragihand ku çend kesên ji şêniyên gundê Es San, ji aliyê rêxistina terorê ya DAIŞê ve hatine revandin.