Parlemantoya Kurdistanê hawerdekirin û firotina berhemên petrolê gotûbêj dike
Di civîna Parlamentoya Kurdistanê de xwendina yekem ji bo pêşinyara Roja Rojnamegeriya Kurdî jî tê kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Palamentoya Kurdistanê îro kom dibe û dê xwendina duyem ji bo pêşinyara yasayî ya hawerdekirin û firotina berhemên petrolê li Herêma Kurdistanê bike.
Desteya Serokatiya Palamentoya Kurdistanê bernameya civîna îro belav kir û diyar kir, di civînê de dê ji bo pêşinyara yasayî ya hawerdekirin û firotina berhemên petrolê li Herêma Kurdistanê bike.
Her di wê civînê de jî dê xwendina yekem ji bo pêşinyara yasayî rêkxistina amûrên çavdêrîyê yên li Herêma Kurdistanê û ji bo pêşinyara Roja Rojnamegeriya Kurdî li Herêma Kurdistanê bike.
Li gor karnameya Desteya Serokatiya Parlementoyê, tê payîn ku civîn di demjimêr 11:00 de dest pê bike.