Peyamnêrê K24ê: Korona bi awayekî berfireh li Rojava belav bûye
Tîmên tendirustiyê daxwaz ji welatiyan dikin, pabendî rêkarên xweparêziyê bibin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara pêketiyên bi vîrûsa Koronayê li gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û tîmên tendirustiyê daxwaz ji welatiyan dikin, pabendê rêkarên xweparêziyê bibin.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî zêde belav bûye û tîmên tendirustî bi ambulansan li nava bajarê Qamişlo digerin û daxwaz ji welatiyan dikin testên Koronayê çêbikin.
Peyamnêrê me diyar kir jî, tîmên tedirustiyê telefona xelkê jî dikin heger nîşaneyên Koronayê wan hebin, testên taybet bi Koronayê çêbikin û xwe kerentîne bikin.
Herwiha tîmê tendirustiyê daxwaz ji xelkê dikin, pabendî rêkarên xweparêziyê bibin, maskan bi kar bînin û pabendî biryara qedexeya çûnûhatinê bibin.
Ev di demekê de ye, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, ji duhî ve li bajarên Qamişlo, Heseke û Reqayê qedexeya çûnûhatinê ya giştî hatiye ragihandin. Li herêm û deverên din jî qedexeya sînordar heye.