Li Rojavayê Kurdistanê 241 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 241 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 241 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 241 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 54 kes li Hesekê, 93 kes li Qamişlo, 47 kes li Dêrikê, 5 kes li Dirbêsiyê, 25 kes li Reqayê û 17 kes li Dêrezorê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 11333 kesan, ji wan 1342 kes baş bûne û 405 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.