Mesrûr Barzanî pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir bo sektora tendirustiyê ragihand
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Tendirustiyê de piştgiriya xwe ji bo sektora tendirustiyê û karmendên vê sektorê car din anî ziman.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Tendirustiyê de piştgiriya xwe ji bo sektora tendirustiyê û karmendên vê sektorê car din anî ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Di roja cîhanî ya tendirustiyê de, em spasiya bijîşk û karmendên tendirustiyê dikin û ji bo bicihanîna erk û karên wan ên rojane em piştevaniya wan dikin.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Em ê alîkariyên zêdetir weke handana tîmên rûbirûbûnê xerc bikin, em hêvî dikin ku welatiyên me bêhtir pabendî rênimayên xwepêraziyê bibin.”
Doctors and healthcare workers are putting themselves on the line every day. They deserve our appreciation and support, that is why we are spending $2.1m in new bonuses for them. #WorldHealthDay pic.twitter.com/DNk1OvX9Lr
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) April 7, 2021